Raportên Peyamnêran Podcast Por SBS arte de portada

Raportên Peyamnêran

Raportên Peyamnêran

De: SBS
Escúchala gratis

Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.Copyright 2025, Special Broadcasting Services Política y Gobierno
Episodios
  • Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirin
    Mar 26 2026
    Li bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin.
    Más Menos
    10 m
  • Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kir
    Mar 25 2026
    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê.
    Más Menos
    10 m
  • Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikin
    Mar 19 2026
    Li Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin.
    Más Menos
    9 m
Todavía no hay opiniones